Yekîtiya Ewropayê ji bo dorpêçên ser Tirkiyê gava yekem avêt

19 October 2021 14:24 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê ji bo dorpêçên ser Tirkiyê gava yekem avêt

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Nûnerê Bilind ê Ewlekarî û Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell li Luksemburgê di civîna wezîrên derve yên YE de ragihandiye ku li dijî Tirkiyê yekem gava bo dorpêçan hatiye avêtin.

Josep Borrell gotiye: “Ji bo gavên pêşî werin avêtin me ji Servîsa Çalakiyên Derve a Yekîtiya Ewropayê daxwaz kir ku belgeya nêrînên xwe amade bike.”

Li gorî ragihandina Rojnameya Yûnan Kathimerini Borrell diyar kiriye, “Êrîşên Tirkiyê li dijî keştiyên Ewropayê nayên qebûlkirin. Li dijî vê tevgerê weke gava pêşî servîsa çalakiyên derve a yekîtiyê hatiye erkdarkirin.”