Wezîrê Îsraîlê: Erdogan çek û pereyan dide saneyên Hemasê

21 July 2024 23:14 0 dîtin
Wezîrê Îsraîlê: Erdogan çek û pereyan dide saneyên Hemasê

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îsraîl Yisrael Katz bi Tirkî nivîseke ku Serkkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dike armanc parve kir.

Katz got: "Erdogan, ji bo Îsraîliyan bikuje çek û pereyan dide şaneyên terorîst ên Hamasê." 

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz li ser hesabê xwe karîkatureke ku Serokkomarê Tirk Erdogan şêla xwe parve kir û got, "Erdogan, ji bo bîrdoziyeke tund û antîsemîtîk Tirkiyeyê veguherande welatekî piştgira terorê û ber bi eniya şerxwaz a ku Îran serkêşiya wê dike ve dibe."

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bertek nîşan da

Piştî vê parvekirina Yisrael Katz Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşan da.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyeyê de wiha hate gotin: "Wezîrê Derve yê Îsraîlê hewl dide ku tawanên ku Îsraîl li dijî Filistîniyan pêk anîne li pişt derew, nebî û bêhurmetiyê veşêre. Lê belê hewlên propagandaya qirêj û operasyonên derûnî yên Îsraîlê yên li dijî welatê me û Serokkomarê me wê bê encam bimînin."