Serokwezîrê Îsraîlê ji bo berdana malbata îsraîlî spasiya Erdogan kir!

18 November 2021 15:54 0 dîtin
Serokwezîrê Îsraîlê ji bo berdana malbata îsraîlî spasiya Erdogan kir!

PeyamaKurd -  Çend roj berê malbateke welatiyên Îsraîlê bi îdiaya ku wêneyên mala Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan girtine wekî sîxurên Îsraîlê hatibûn girtin û ev yek bûbû sedema krîzekê di navbera her du welatan de.

Welatiyên bi navên Mody û Natali Oknin ên Îsraîlî ku wekî turîst serdana Tirkiyê kiribûn, bi îdiaya ajanên Îsraîlê ne hatibûn desteserkirin.

Hat ragihandin ku doh êvarê her du welatiyên Îsraîlî hatine berdan û bi balafireke taybet a Îsraîlê jî vegeriyane welatê xwe.

Li gorî rojnameya Haaretz Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennet û Wezîrê Derve Yair Lapid bi daxuyaniyekê azadkirina her du welatiyan ragihandin û ji bo berdana wan hevjînên îsraîlî jî spasiya Erdogan kirin.

Di daxuyaniya nivîskî de hatiye gotin, "Em ji bo hevkariya di berdana wan welatiyan de spasiya Serokomarê Tirkiyê û hikûmeta wê dikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, medya Tirk çend roj in wan welatiyên Îsraîlî wekî ajan nîşan dida û wekî propagandaya hikûmeta Tirkiyê nûçeyên desteserkirina wan belav dikir. Ji aliyê Îsraîlê ve jî dihat diyarkirin ku ew malbateke turîst e û tenê serdana Tirkiyê kirine.