Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Erdogan peymanan binpê dike

03 May 2024 10:37 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Erdogan peymanan binpê dike

PeyamaKurd — Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz, Erdogan weke 'dîktator' bi nav kir û got, "Erdogan bi astengkirina benderên îthalat û hinardekirina Îsraîlê peymanan binpê dike."

Aloziya aborî û dîplomatîk a di navbera Tirkiye û Îsraîlê de ji ber siyaseta wan a Xezzeyê her ku diçe kûrtir dibe.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji ber qedexeyên bazirganiya derve weke 'dîktator' bi nav kir.

Hikûmeta Tirkiyê di 9ê Nîsanê de biryar da ku bazirganiya derve ya bi Îsraîlê re sînordar bike, piştî ku hat eşkerekirin ku tevî şermezarkirina êrîşên wê yên li ser Xezzeyê ticareta bi Îsraîlê re qut nekiriye.

Katz di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî X de wiha got: “Erdogan bi astengkirina benderên îthalat û hinardekirina Îsraîlê peymanan binpê dike. Diktatorê ku berjewendiyên gel û karsazên Tirk li ber çavan nagire û peymanên bazirganiyê yên navneteweyî paşguh dike, bi vî rengî tevdigere."

Katz got, "Em bi ser dikevin, ew winda dikin" Katz got, "Min talîmat da Midûrê Giştî yê Wezareta Karên Derve ku demildest bi hemû aliyên pêwendîdar ên hikûmetê re têkiliyê deyne da ku ji bo bazirganiya bi Tirkiyeyê re alternatîfên ku li ser hilberîna xwecihî û îthalata ji welatên din disekinin çêbikin. Îsraîl wê bi aborîyek xurt û wêrek derkeve holê."