Erdogan: Divê Îsraîl li qada navneteweyî were îzolekirin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Heta ku êrîşên Îsraîl bi dawî nebe, li ser Îsraîl ambargoya çekan bê sepandin, bazirganiya bi Îsraîlê re bi dawî bibe û Îsraîl li qada navneteweyî bê îzolekirin, gelekî girîng e."
Erdogan di axaftina xwe ya li Civîna Bilind a Hevbeş a Awarte ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî û Komkara Erebî ya ku li Riyada paytexta Erebistana Siûdî hat lidarxistin da wiha got, “Heta niha ji ber erişen İsraile yen li ser Xezze û heremên din ên Filîstine 50 hezar Filîstini ku ji sedi 70ye wan zarok ü jin in jiyana xwe ji dest dane.
Erdogan diyar kir ku Îsraîlê malzemeyên alîkariyê yên ji bo Xezzeyê şandine Misrê bi mehan li benda Misrê hiştiye û got, "Meclîsa Îsraîlê herî dawî bi qedexekirina UNRWAyê xwest ku çareseriya dudewletî ji holê rabike û nehêle penaberên Filîstînî vegerin welatê xwe."
Erdogan diyar kir ku welatên rojavayî di her warî de her cure piştgiriyê didin Îsraîlê, ji ber ku welatên misliman nikarin bertekê nîşan bidin, bûye sedem ku rewş bigihêje rewşa heyî û wiha got: “Weke welatên îslamî divê em gavên ku li dijî Îsraîlê bên avêtin bi rê ve bibin. Berî her tiştî, pir girîng e ku ambargoya çekan li ser Israîlê were sepandin, bazirganiya bi Îsraîlê re bi dawî bibe û Îsraîl li qada navneteweyî were îzole kirin heya ku êrişên wê neqede."
Ji aliyê din ve Erdogan bi bîr xist ku "Me wek Tirkiye li dijî Îsraîlê qedexeyên bazirganiyê xistiye meriyetê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin