Rojava: Divê qada navneteweyî, bêdeng nemîne

11 August 2022 17:34 0 dîtin
Rojava: Divê qada navneteweyî, bêdeng nemîne

PeyamaKurd- Hevserokê Meclisa Suriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, di derbarê rewşa dawîn a navbera Rojava û Tirkiyeyê de daxuyaniyek da. Derar da zanîn ku ji bo bêdengiya hêzên navneteweyî were şikestin, ew xebatên dîplomatîk dimeşînin.

Riyad Derar da zanîn ku hêzên Tirk di demên dawîn de êrîşên xwe zêdetir kirine û pê re girêdayî jî bal kişand ser hevdîtina li Soçiyê ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Putin.

Derar bal kişand ku êrîşên Tirkiyeyê, piştî vê serdanê zêde bûne û got,

“Ev demeke dirêj bû ku min rûyê Erdoganî wisa bi ken nedîtibû. Ez nizanim Putin çi dayê ku wisa dikene. Ez bawer dikim ku ji bo operasyonên leşkerî werin bipaşxistin, gelek peyman hene. Dibe ku zêdebûna êrîşan hêdî hêdî bibe. Divê em baldar bin. Lewra Tirkiyeyê êrîşên xwe zêde kirine û xwe digihîne qadên ku heta niha gef lê nexwaribûn.”

Xebatên dîplomatîk, dimeşin

Hevserokê MSDê da zanîn ku li hember van kirinên Tirkiyeyê, gavên wan ên dîplomatîk hene û got,

“Helbet, em wekî Rêveberiya Xweser, dewletên ku bûyerên Suriyeyê dişopînin hişyar dikin û ji bo vê jî em xebatên xwe dimeşînin. Em di derbarê xeteriyên ku tên jiyandin de diaxivin. Her dem di navbera me de li ser gelek dosyeyan, şandina nameyan heye.”

Derar li ser hêzên navdewletî da zanîn ku êdî bertekek nayê nîşandan û bi berdewamî got,

“Pirsgirêka bingehîn ew e ku kesek êdî bertekek nîşan nade. Her kes li bendê ye, hinek ji ber mezinahiya Tirkiyeyê xwedî berjewendî ne. Heta Neteweyên Yekbûyî (NY) jî destwerdanê nakin. Nûnerê NYyê ku têkiliyên navbera muxalefeta Suriyeyê û rejîmê bi rê ve dibe jî naaxive.

Rejîm dibêje, ‘ev nûner di bin fermana Amerîkayê de ye û ne navbeynkar e.’ Ango encamên van mijaran, ne baş in. Di vê rewşê de divê dewlet her dem xwedî sekinek bin û divê em ji dewletan vê sekinê bixwazin û jê bendewar bin. Lê belê divê em striyên xwe jî bi destên xwe ji laşê xwe derxin.”