Baerbock: Serê li Xezzeyê divê êdî bi dawî bibe
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Almanyayê Baerbock daxwaza rawestandina şerê li Xezzeyê kir, di demekê de ku ji ber êrîşên Îsraîlê bo ser Filistîniyan, qurbaniyên sivîl zêde bûne.
Baerbock got, “Divê ev şerê li Xezzeyê dawî li dawî were. Li Xezayê cîhekî ewle ji bo sivîlan tune ye.”
Baerbock diyar kir ku ji sedî 80ê Şerîda Xezzeyê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve wek herêma valakirinê hat îlankirin û zarok, nexweş, kal û pîr û jinên ducanî mecbûr man ji van cihan derkevin. Wî amaje bi wê yekê jî kir ku cihên qerebalix ên ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve weke herêmên ewle hatine ragihandin jî, gelek caran hatine topbarankirin.
“Artêş mecbûr e gelê sivîl biparêze. Ji ber ku mirov nekarin bi tenê wenda bibin, ew bi lezgîn hewceyê piştgirî û ewlehiyê ne."
Baerbock banga zêdekirina hewildanên cîhanî ji bo pêkanîna agirbesteke mirovahî li Xezzeyê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin