Li Amerîkayê bo Erdogan gotinên giran: Megalomanyaqê îslamîst bi destê DAISê Kurdan qetil dike
PeyamaKurd – Yek ji namzedên namezediya serokatiya Amerîkayê, Tulsi Gabbard, derbarê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de twitek parve kir û tê de rexneyên giran lê girtin û ji bo wî got “megalomanyaqê îslamîst!”
‘Erdogan bi salan e piştgiriyê dide DAIŞê’
Gabbard derbarê pêşnûmaya qirkirina ermeniyan de ku li Meclisa Nûneran a Amerîkayê hatiye erêkirin de daxuyaniyek da. Gabbard ji bo Erdoganî got, “Erdogan bi salan e piştgiriyê dide DAIŞ/El Qaîdeyê. Vê yekê red dike lê bi bikaranîn milîtanên berê yê DAIŞ/El Qaîdeyê xwe îfşa dike û dide dest: Ew megalomanyaqekî îslamîst ê tundrew e ku dixwaze pergaleke xelîfetiyê deyne ku hemû hêz û quwet di destê wî de bie".
‘Erdogan bi destê DAIŞê Kurdan qetil dike’
Gabbard ku berê leşker bûyeye, di vîdeoyekê de ku li ser hesabê xwe yê tora civakî de parve kiriye de dibêje, “Erdogan bi destê DAIŞ û El Qaîdeyê Kurdên Sûriyê qetil dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin