Amerîkayê gotinên Erdogan ên li dijî Cihûyan sermezar kir

19 May 2021 13:29 0 dîtin
Amerîkayê gotinên Erdogan ên li dijî Cihûyan sermezar kir

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price bi peyamekê gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên li dijî Cihûyan şermezar kir û diyar kir: "Em niha hewl didin şerê di navbera Israîl û Tevgera Hemasê de bi dawî bikin."

Li gor Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price di Twitteke li ser hesabê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de, gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên li dijî Cihûyan şermezar kir û daxwaz ji Erdogan kir ku xwe ji gotinên tund ên dikare bibe sedema aloziyan dûr bigre.

Ned Price daye zanîn: "Amerîka axaftinên Erdogan ên li dijî Cihûyan bi tundî şermezar dike û wiha dibîne ku ew cihê rexneyê ne. Em bang li Serok Erdogan û serkirdeyên din ên Tirkiyê dikin dest ji têbîniyên gurkirina rewşê berdin, ku dê tundûtûjiyê zêdetir bike. Em bang li Tirkiyê dikin, ligel Amerîkayê be ji bo bi dawîkirina şer."

Herwiha Price da zanîn: "Zimanê dijatiya Cihûyan, cihê wê li tu devera cîhanê nîne. Amerîka pêbendê rûbirûbûna hemû cûreyên dijayetîkirina Cihûyan e. Em tundûtûjiya ligel dijatiya Cihûyan û bingehên ne rast ên ku ev yek li ser hatiye avakirin ciddî werdigrin. Divê her dem em bi rastiyan rûbirûyê nerastiyan bibin û bi dadmendî bersiva tawanên nefretê bidin."