Rojnameya Bild: Erdogan bi zanebûn li dijî Amerîkayê radibe

16 June 2019 10:25 0 dîtin
Rojnameya Bild: Erdogan bi zanebûn li dijî Amerîkayê radibe

PeyamaKurd – Rojnameya Bild a almanî îdia kir, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi daxuyaniyên xwe yên ku rêkeftina pergalên S-400an bi awayekî nihayî encam daye re bi zanebûn li dijî Amerîkayê radibe.

Di nûçeyê de tê gotin ku Erdogan gotiye: “Êdî nabêjim dê Tirkiye S-400an bikire, lewra kiriye. Me ev kar qedand.”

Bild dide zanîn ku rêveberiya Enqerê ev demeke dirêje ligel dijderketina Amerîkayê jî biryara kirîna S-400an daye û diyar dike, tevî hêrsbûna Amerîkayê jî Erdogan rêkeftin îmze kiriye.

Rojnameya Bild bi bîr dixe ku Pentagonê perwerdeya pîlotên F-35an rawestandiye û tirsa Amerîkayê ew e ku pergala rûsî ya S-400an agahiyên nepen ên balafirên F-35an berhav bike.