Rojnameya Bild: Erdogan ji dorpêçên ser Pûtîn sûdê werdigire!
PeyamaKurd – Rojnameya Bild a Almanî li ser şerê ku Rûsyayê ji 24ê Sibata 2021an ve 11 meh in daye destpêkirin û têkiliyên Erdogan û Pûtîn analîzek belav kir.
Rojnameya Bild, analîza xwe bi sernavê ‘Erdogan ji dorpêçên ser Pûtîn wiha sûdê werdigire’ weşandiye û dibêje, 'Tirkiye ji bo berhemên Rûsî yên diçin nav Yekîtiya Ewropayê bendergeheke ewle ye.”
Di analîza Bild de hatiye gotin ku di sala 2022yan de Tirkiye li şûna Almanyayê bûye welatê sereke yê bazirganiyê bi Rûsyayê re dike û wiha tê gotin: “Tirkiye di firotina makîne û alavan de bo Rûsyayê, Almanya li paş xwe hiştiye. Tirkiyeyê di gelek waran de, rewşa şer xistiye berjewendiya xwe. Erdogan bi polîtîkaya ku dimeşîne welatê xwe kiriye serkeftiyê vî şerî.”
Li aliyê din hatiye diyarkirin ku ev rewş ji bo YEyê cihê nîgeraniyê ye û li ser şikandina dorpêçan tê gotin ku Tirkiye ji ber dorpêçên li ser geştên rûsan bûye destînasyoneke herî girîng ji bo welatiyên Rûsyayê. Herwiha 14 hezar milk bo rûsan hatine firotin ku bi 500 hezar dolaran dikarin hemwelatîbûnê bistînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin