Kiliçdaroglu ji gotinên Erdogan ên ‘Pirsa Kurd nîne’ re bertek nîsan da

03 December 2020 17:38 0 dîtin
Kiliçdaroglu ji gotinên Erdogan ên ‘Pirsa Kurd nîne’ re bertek nîsan da

PeyamaKurd – Serokê Partiya Komariya Gel a Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên çend roj berê gotibû, ‘Pirsgirêka Kurd nema, me çareser kiriye’ bertek nîşan da.

Kiliçdaroglu li ser pirsa rojnamevanan a derbarê mijarê de diyar kir ku Erdogan ji civakê û gel qut bûye û wiha got:

“Li gorî Erdogan ji xwe li Tirkiyê hîç pirsgirêk nînin. Ma kîjan pirsgirêk heye li Tirkiyê? Li gorî Erdogan pirsgirêka çi heye li Tirkiyê? Erdogan ji ti pirsgirêkeke Tirkiyê ne agahdar e.”