Derbarê Tuncer Bakirhan de ji ber gotinên “Sêx Seîd û Seyîd Riza” lêpirsîn hat destpêkirin!

07 November 2024 12:45 0 dîtin
Derbarê Tuncer Bakirhan de ji ber gotinên “Sêx Seîd û Seyîd Riza” lêpirsîn hat destpêkirin!

PeyamaKurd – Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê der barê Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan û Serokê DEMê yê Mêrdînê Mehmet Mehdî Tunç de lêpirsîn da destpêkirin.

Wezareta Karên Navxweyî derbarê bûyerên ku piştî qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê hatin kirin de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji ber axaftina Parlamenterê Sêrtê û Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer BAKIRHAN di 04.11.2024an de û di 04.11.2024an de jî ji aliyê Serokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mihdî TUNÇ ve, der barê wan de tedbîrên hiqûqî hatin destpêkirin.”

Tuncer Bakırhan çi gotibû?

Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan li Mêrdînê axaftinek kir û got, “Divê baş bizanibin ku Seyîd Riza çi kiribe, Şêx Seîd bike, Mezlûm Denîz, Sakîneyê çi kiribe, gelê Kurd jî dê wê bike. "