Balyoza Alman li navenda DEM Partiyê bi Tuncer Bakirhan re civiya
PeyamaKurd - Balyoza Almanya ya Tirkiyeyê Sibylle Katharina Sorg, îro 7ê Çileyê çû serdana Navenda Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û bi Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re civiya.
Hate ragihandin, di civîna ku Hevberdevka Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay jî amade bû de, li ser geşedanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate axaftin.
Herwiha hate diyarkirin ku li ser geşedanên li Tirkiye û herêmê gotûbêj hatine kirin û her du aliyan nerînên xwe pevguherîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin