Serokê Dem Partiyê yê navenda Semsûrê Parêzer Yusuf Özperçîn hat zîndanîkirin
PeyamaKurd - Serokê DEM Partiyê yê navenda Semsûrê Parêzer Yusuf Özperçîn hat zîndanîkirin. Sedema girtina Özperçin bi sedema ‘propoganda rêxistinê’ kiriye û ‘li dijî dewletê daxwuyaniyan daye’ hatiye zîndanîkirin.
Bi serpereştiya serdozgerê Semsûrê (Adıyaman) hêzên asayîşa Semsûrê lêkolînan li ser daxwuyaniyên Özperçin kirine û goya sînorê qanûnan derbas kiriye lewra biryara binçavkirina wî dane.
Piştî îfadên Özperçin li baregeha asayîşê sitendin, wî şandin dadgehê û dadgeh biryara şandina zîndanê da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin