Partiyên Almanya di hevdîtinên bo koalîsyonê de li hev kirin

08 March 2025 21:01 0 dîtin
Partiyên Almanya di hevdîtinên bo koalîsyonê de li hev kirin

PeyamaKurd – Di 23yê Sibatê de li seranserê Almanya hilbijartin çêbû û di encama hilbijartinê de koalisyon bû pêdivî. Partiyên CDU/CSU û SPD ji bo avakirina hukumeta koalîsyonê li ser esasan li hev kirin. Bendene ku serokê partiya CDUyê Mezr, bibe serokwezîr. Merz li ser siyaseta koçberiyê û tedbîrên aboriyê daxwuyaniyên girîng da.

Di siba îro de, serokê partiya Yekîtiya Demokratîk ya Xîrîstiyanan (CDU) Friedrich Merz, serokê Partiya Yekîtiya Sosoyalîst ya Xîrîstiyanan (CSU) Markus Söder û hevserokên Partiya SPDê Lars Klingbeil û Saskia Esken civîna dawiyê ya ji bo koalîsyonê kirin û piştî nîvro derketin ber kamerayan. Serokên partiyan ragihandin ku li ser esasê koalîsyonê li hev kirine.

Bendene ku serokê partiya CDUyê Friedrich Merz bibe serokwezîrê hukumetê û Merz got:

“Belga me ya hevpar heye ku bibe bingeha hevdîtina hefta pêşiya me. Li ser koça nav Almanya me li hev kiriye ku kontrolan zêde bikin, sînoran qewî bikin. Em ê mekanizma paşdeşandina koçberan aktif bikin. Em ê yekkirina malbatên koçber kêm bikin. Me plan kiriye ku dawiyê li qebûlkirina koçberan bînin û Afganî jî di nav wan de ne. Kesên dikarin bixebitin û naxwazin kar bikin, wê perê wan yê hemwelatiyê bê birîn.”

Serokê CDUyê Merz got ku ji bo aboriyê geş bikin wê pêngavan bavêjin, ji bo kêmkirina maliyeta elektrîkê 5 cent daxînin, teşwîqên maqûl yên veberhênanê bidin û wê baca dezgeyan ji nûh de saz bikin.

Partî li hev kirin ku seeta herî kêm ya xebatê derxin 15 euroyan û mehaneyên xaneşînan zêde bikin. Her weha baca xwaringeh û kafeyan daxînin %7an.