Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên li Almanyayê, dest pê kirin

26 June 2023 15:00 0 dîtin
Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên li Almanyayê, dest pê kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di derbarê serdana fermî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Almanyayê de hatin ragihandin, dê bi Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û rayedarên din re civîn werin kirin.

Hat ragihandin ku di civînan de tê payîn li ser pêwendiyên Kurdistan û Almanya û pirsgirêka penaberan dan û stendin werin kirin.

Li gorî hat zanîn, Nêçîrvan Barzanî yekem civîna xwe li gel Wezîra Hevkariya Aborî û Pêşketinê ya Federal Svenja Schulze kir.

Her wiha duh jî di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de de hatibû ragihandin ku dê Serokê Herêma Kurdistanê di civînê de dê li ser bipêşxistina pêwendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ya ligel Almanyayê, berfirehkirina warên hevkariyên hevbeş û rewşa Kurdistanê gotûbêjan bike.