Nêçîrvan Barzanî dest bi hevdîtinên li Qatarê kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî ji bo seredanên fermî giha payîtexta Qatarê Dohayê û bi cîgirê serokwezîrê Qatarê û hem wezîrê karên derve Şêx Muhammed B. Abdurrahman el-Sanî re civiya.
Nêçîrvan Barzanî li balafirgeha Qatarê ji aliyê wezîrê girhandin û komunîkasyonê Casim es-Saliti û balyozê Iraqê Omer Berzencî de hat pêşwazîkirin. Li gor ragihandina serowezîrtiyê; Barzanî û El-Sanî behsa pêdiviya pêşdebirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Qatarê kirin. Di hevdîtinê de behsa sermaya Qatarê û derfetên li Kurdistanê yên di derbarê veberhênanê de hat kirin.
Di rojevê de her weha behsa vekirina konsulxaneya Qatarê li Hewlêrê hat kirin. Rewşa Iraqê, hilbijartin û pêşdeçûnên li herêmê hat gorûbêjkirin.
Şêwirmendê karên derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku Barzanî wê bi emîrê Qatarê Şêx Temîm bin Hamad Al Sanî re, bi serokwezîr, wezîrê karên hundir û rêvebirên din re hevdîtinan bike.
Felah Mistefa ragihand ku wê ji bo xwurtkirina têkiliyên Herêma Kurdistanê, Iraqê û Qatarê biaxifin. Konsolosê Iraqê Omer Berzencî ragihand ku vê seredanê ji yên din cudaye û bendene encamên girîng bidest bixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin