Li Almanya ji bo koalîsyonê 3 partî li hev kirin

24 November 2021 23:49 0 dîtin
Li Almanya ji bo koalîsyonê 3 partî li hev kirin

PeyamaKurd – Li Almanya ji bo damezrandina hukumeta nû ya di pey serokwezîr Merkel de, 3 partî li hev kirin da hukumetekî koalîsyonê deynin. Di nav 3 partiyan de partiya SPD, FDP û partiya kesk hene.

Li gor lihevkirina her sê partiyan; wê hemwelatiya du welatan û îqama bê dawî bên hêsankirin. Wê karibin desteka parastinê bidin îbadetxaneyên misilmanan. Di ragihandinê de weha hat gotin:

“Me di peymanê de qanûna hemwelatiya nûjen danî. Ji bo em vêya bînin cîh, em ê hemwelatiya pir dewletan aktîv bikin. Ji bo bibin hemwelatiyên Almanya, em ê pêvajoyê hêsantir bikin. Weka qaîde; ji bo bibin hemwelatî 5 sal bi şûnde, 3 sal bi şûnde wê bi serkeftina entegrasyona taybet mumkun bibe. Divê piştî 3 salan îqama bê sînor bê sitendin.”

Eger dê an bav yek ji wan li Almanya 5 sal îqame kiribe, û zarokên wan çêbibin, wê zarok karibe bibe hemwelatiyê Almanya.

Di nav peymana her sê partiyan de her weha wê perê xebatê yê ji bo sietekî herî kêm 12 Ewro be.