Li Almanyayê hevdîtinên pêsîn ên koalîsyonê dest pê kirin

28 February 2025 19:08 0 dîtin
Li Almanyayê hevdîtinên pêsîn ên koalîsyonê dest pê kirin

PeyamaKurd - Li Almanyayê piştî hilbijartinên Parlamentoya Federalî yên pêşwext ku 23yê Sibatê pêk hatin, hevdîtinên pêşîn ji bo koalîsyonê dest pê kirin.

Şandên Partiyên Yekîtiya Xiristiyan (CDU/CSU) ku di hilbijartinan de bûn yekemîn û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ku di hilbijartinan de bûye sêyemîn, li paytext Berlînê, li Meclîsa Federal a Alman rûniştin.

Di nav nûnerên pêşîn ên her sê partiyan de serokê CDU û namzedê Serokwezîriya Partiyên Yekîtiya Xiristiyan Friedrich Merz, Serokê CSU Markus Söder û Hevserokê SPD Lars Klingbeil cî girtin. Tê çaverêkirin, şande di hevdîtinan de reşnivîseke xebatê û nexşerêyekê amade bikin.

Friedrich Merz, ku tê çaverêkirin bibe Serokwezîrê nû yê Almanya got, ew naxwaze li hember zehmetiyên mezin wext winda bike û dixwaze heta meha Nîsanê, beriya Cejna Paskalya, hikûmetê ava bike. SPD jî ragihandibû ku beşdarbûna bilez a hikûmetê ne mijara gotinê ye.

Li gorî daxuyaniya Desteya Hilbijartinên Federal, CDU/CSU di hilbijartinan de %28.6, Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ya rastgir %20.8, SPD %16.4, Partiya Kesk jî %11.6 deng wergirtin.