Sanda Partiya Alman SPDê serdana DEM Partiyê kir: Em qeyûman rast nabînin!
PeyamaKurd - Şanda Partiya Sosyal Demokrat a Alman (SPD) ku di hilbijartinan de yekem derketiye, serdana Navenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li Enqereyê kir.
Şande ku bi seroktiya Hevserokê Giştî yê SPDê Lars Klingbeil, ji aliyê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û rêveberên partiyê ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtina ku li ser kêşeyên cuda yên Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê danûstandina bîr û ramanê hate kirin de, Tuncer Bakirhan, êrîşên li dijî DEM Partiyê bibîr xist û got, tevî van hemûyan partiya wan ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê têdikoşe.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat a Alman Lars Klingbeil jî dema serdanê ragihand: “Em tayînkirina qeyûman û bêfonksiyonkirina encûmenên şaredariyan qet rast nabînin” û wiha pê de çû: “Digel hemû zext û êrîşên li hemberî we jî, her kesî serkeftina ku we di hilbijartinên herêmî de bi dest xist dît. Tevî vê yekê jî em qet rast nabînin ku qeyûman tayînî rêveberiyên herêmî bikin û encûmenên şaredariyan bêfonksiyon bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin