Sanda bijîskên Alman ji bo sopandina rewsa tenduristiyê serdana Rojavayê Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Şandeka Almanî ya ji Dr. Birgit Qoch, Dr Zimon Becker, seroka Komeleya Aştî û Hêvî ya Kurdistanê Emîne Gozan pêk dihat serdana Rojavayê Kurdistanê kir û berpirsên Rêveberiya Xweser re civiya.
Li gorî ragihandina medya Rojavayê Kurdistanê şanda Alman ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid Ebid Hamid El-Mihbaş, cîgirên wan Hesen Koçer, nûnerên komîteya tenduristiyê Dr. Ciwan Fadil û Dr. Îlham Hec Mihemed ve hat pêşwazîkirin.
Her du aliyan rewşa tenduristî ya giştî li herêmên di bin deshilatdariya Rêveberiya Xweser û bi taybet jî rewşa belavbûna vîrusa koronayê gotûbêj kirin.
Bijîşkê beşa lezgîn ya Almaniya Zimon Becker derbarê vê serdanê de gotiye: "Em van geran pêk tînin, da ku tiştên dibin binasin û rewşê binirxînin. Ev ger ji erkên me yên pêwîst in ku alîkariya vê herêmê bikin, herwiha gelek bijîşkên amerîkî û alman dixwazin piştevaniya vê herêmê bikin, lê belê nizanin pêdivî bi çi heye."
Zimon Bexker daye zanîn ku wan pêşniyar û kêmbûna pêdiviyan nivîsandiye da ku ji derve re pêşkêş bikin û li gorî nirxandina guncaw alîkariya herêmê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin