Sanda Kurdistanê ji bo serjimêriya gistî li Bexdayê ye: Rojev rewsa navçeyên Kurdistanî ye

28 October 2024 20:01 0 dîtin
Sanda Kurdistanê ji bo serjimêriya gistî li Bexdayê ye: Rojev rewsa navçeyên Kurdistanî ye

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 28ê Cotmehê şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo li ser serjimêriya giştî bi rayedarên Iraqê re bicive gihîştiye Bexdayê.

Jêderekî ji Encûmena Wezîran a Hikûmeta Kurdistanê ragihand, şanda hikûmetê ji Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Dr. Umêd Sebah, Sekreterê Encûmena Wezîran Dr. Amanc Rehîm û Wezîrê Plandananê Dr. Dara Reşîd pêk tê û biryar e bi Serokomarê Iraqê û nûnerên Kurd ê li Bexdayê re bicive.

Hêjayî bibîrxistinê ye, tê çaverêkirin serjimêriya giştî ya Iraqê roja 20ê Mijdara 2024an birêve biçe. Encûmena Wezîran beriya niha diyar kiribû ku ew ne li dijî pêkanîna serjimêriya giştî ne, lê nabe ev serjimêrî ji bo ti armanceke siyasî were bikaranîn û nabe şûna ti rêkarên destûrî yên ku di madeya 140 a destûrê de hatine diyarkirin, bigire. Ango rewşa deverên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ber bi hikûmeta navendî ya Iraqê ve neguherîne.

Encûmena Wezîran a Kurdistanê, Wezareta Plandananê û Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê raspardine ku têbînî, nîgeranî, pêşniyar û rasperdeyên Herêma Kurdistanê bigihînin aliyên pêwendîdar ên hikûmeta federal a Iraqê.