Sandeka Kurdistanê bo serjimêriya gistî serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd - Şandeka hikûmeta Herêma Kurdistanê bo serjimêriya giştî serdana Bexdayê dike.
Li gorî zanyariyên berdest, şandeka hikûmeta Kurdistanê îro diçe Bexdayê û bi berpirsên Iraqî re hevdîtinan dike. Şanda hikûmetê bo serjimêriya giştî ya Iraqê, ku tê gotin sala 2020 tê kirin, diçe Bexdayê.
Ew şand ji serokê desteya amara Kurdistanê, berpirsên Wezareta Pilandanîn ya Kurdistanê pêk tê. Ev cara çaremîn e hikûmetên Kurdistanê û Iraqê li ser serjimêriyê dicivin.
Beriya niha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotibû, nabe serjimêrî go armancên siyasî were bikaranîn û divê beriya serjimêriyê rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê normal bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin