Li Iraq û Herêma Kurdistanê serjimêriya gistî tê kirin

23 May 2024 14:20 0 dîtin
Li Iraq û Herêma Kurdistanê serjimêriya gistî tê kirin

PeyamaKurd - Li Iraq û Herêma Kurdistanê piştî 27 salan yekem car serjimêriya giştî tê kirin.

Biryar hate dayîn ku rapirsiya serjimêriyê bi awayê dîjîtal bê kirin û agahî li navendeke daneyan bên tomarkirin.

Di vê çarçoveyê de duh, li Iraq û Herêma Kurdistanê bi armanca amadekariyên yekem serjimêriya tam a piştî 27 salan, serjimêriya pilot a du rojan hat destpêkirin.

Herwiha ji 1987an vir ve ev dibe yekem serjimêriya parêzgehên Herêma Kurdistanê.

Serjimêriya pilot ku li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê, wê ji aliyê 350 tîman ve bê kirin, duh li Hewlêrê destpê kir.

Tîman duh, bi destnîşakkirina tax û cihên niştecihbûnê yên li hin deverên Hewlêrê dest bi xebatê kirin û wê komkirina daneyan jî îro bê kirin.

Di serjimêra dawî ya 1997an de gelheya Herêma Kurdistan û Iraqê 19 milyon bû. Tê payîn ku di vê serjimêrê de gelheya Iraq û Herêma Kurdistanê di derdora 43 milyonî de be.

Piştî hejmartinên pîlot, tîmên meydanî wê di dawiya meha Gulanê de li hin deverên Iraq û Herêma Kurdistanê dest bi serjimêriya ku wê 15 rojan bidome bikin.