Herêma Kurdistanê bo serjimêriya gistî sert danî pêsiya Bexdayê
PeyamaKurd- Wezîrê Pilandanîna Kurdistanê, Dara Reşîd û serokê desteya amar ya Iraqê li ser serjimêriya sala 2020 ya Iraqê hevdîtin kirin.
Îro li Hewlêrê, şandeka Iraqî bi serokatiya serokê desteya amara Iraqê Dr. Ziya Kazim bi Wezîrê Pilandanîna Kurdistanê Dara Reşîd re civiya. Piştî civînê, Dara Reşîd naveroka civînê ji raya giştî re eşkere kir û ragihand, ev cara sêyemîn e ku ew bi berpirsên Iraqî re li ser serjimêriya giştî ya sala 2020 ya Iraqê dicivin.
Wezîrê Pilandanîna Kurdistanê da zanîn, wan di civînê de fikar û nîgeraniyên xwe li ser serjimêriyê anîne ziman û got, helbet ev tenê nîgeraniyên me nînin, belkî birayên me yên tirkmen, mesîhî û erebên sunnî jî nîgeran in. Çimkî rewşa Iraqê ya niha bo lidarxistina serjimêriyê normal nîne. Ji ber wê jî divê destpêkê rewşa Iraqê normal bibe paşê serjimêrî were kirin.
Serokê Desteya Amara Iraqê jî ragihand, xetên serekî û giştî yên serjimêriyê hatine danîn. Di serjimêriyê de pîvanên navdewletî tên bikaranîn.
Serokê desteya amara Iraqê her wiha got, hevkariyek baş di navbera me û desteya amara Kurdistanê û Wezareta Pilandanîna Kurdistanê de heye. Em hêvîdar in amadekarî xilas bibin û em bikarin di wextê xwe de serjimêriya xwe bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin