Sanda Rojava li Parlamentoya Almanya bi partiyên Alman re civiya

17 June 2024 18:01 0 dîtin
Sanda Rojava li Parlamentoya Almanya bi partiyên Alman re civiya

PeyamaKurd - Şanda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) û Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li derveyî welat de, hevdîtinek li avahiya parlamantoya Almanyayê ya li Berînê pêk anî.

Şanda Rojavayê Kurdistanê ya bi seroktiya Berpirsa Pêwendiyên Derve Îlham Ehmed, li Parlamentoya Almanyayê bi parlamenterê Partiya Mesîhiyan a Demokrat (CDU) Jürgen Hardt û parlamenterê Partiya Keskan Qasim Tahir Salid re hevdîtin kir.

Li gorî medya Rojavayê Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê, astengiyên siyasî, aborî û ewlehî yên li pêşberî Rêveberiya Xweser hatin vegotin.

Herwiha metirsiya DAIŞê û têkîliya wê bi êrîşên domdar ên artêşa Tirkiyê re li ser herêmê hatin nirxandin.

Şandê ji parlamenterên Alman re diyar kir, DAIŞ sûdê ji êrîşên Tirkiyê distîne ku ji nû ve xwe bi rêxistin bike û êrîşî herêmê bike.

Di hevdîtinan de, rewşa bi hezaran DAIŞiyên di girtîgehan de û bi deh hezaran malbatên wan ên li kampên Hol û Roj hate gotûbêjkirin.

Daxwaz hate kirin, ji bo pêşxistina ewlehiya herêmê û rêgirtina li ber koçberiya bi sedema êrîşan piştevaniya Rêveberiya Xweser bê kirin.