Almanya: Ewlehiya Îsraîlê di navenda polîtîkaya me ya derve de ye

09 April 2024 18:32 0 dîtin
Almanya: Ewlehiya Îsraîlê di navenda polîtîkaya me ya derve de ye

PeyamaKurd- Almanyayê li ser îdiayên welatê Nîkaragûa yên tohmetbarkirina Îsraîlê bi jenosîdê li Dadgeha Cezayê ya Navdewletî piştevaniya xwe bo Îsraîlê anî ziman.

Di doza hatiye vekirin de Almanya jî bi “hêsanîkirina qirkirina” li dijî Fîlîstîniyan tê tawanbarkirin.
Almanyayê li dadgeha herî bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ewlehiya Îsraîlê di “navenda” polîtîkaya wan a derve de ye û tawanbarî red kirin.

Di Dîwana Edaletê ya Navneteweyî a li Laheyê de, li ser navê Almanyayê Tanîa von Ûslar-Gleîchen axivî û got: “Ewlehiya Îsraîlê di navenda polîtîkaya derve ya Alman de cih digire.”

Ûslar-Gleîchen diyar kir ku Almanya tawanbariyên ku ji aliyê Nîkaragûa ve tên kirin ‘bi zimanekî tund red dike’.