Hewramî: Biryara Dadgeha Federal a Iraqê statuya Herêma Kurdistanê dike armanc

16 February 2022 17:01 0 dîtin
Hewramî: Biryara Dadgeha Federal a Iraqê statuya Herêma Kurdistanê dike armanc

PeyamaKurd - Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand ku di demeke nêzîk de dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tê diyarkirin û destnîşan kir, ji bo wê jî rêkarên pêwîst wê bene kirin. Herwiha Hewramî li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya ser yasaya petrol û gazê jî got ku ew biryar statuya Herêma Kurdistanê dike armanc.

Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî, îro Çarşemê di civîneke rojnamevanî de bal kişand ser ku biryara dadgeha federal a derbarê firotina gaz û petrolê de ne destûrî ye û wiha pê de çû: “Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê de yasaya neft û gazê pejirandiye, em hêvîdarin guvaşeke siyasî nebe di çarçoveya pêkanîna hikûmeta Iraqê de, ji ber ku ev biryar pêkhateya Herêma Kurdistanê dike armanc.”

Li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî Hewramî eşkere kir: “Em wek desteya serokatiya parlamentoyê, li gel serokên fraksiyonan em ê bicivin. Di demeke nêzîk de serokê Herêma Kurdistanê dema hilbijartinê dê diyar bike. Bi kêfxweşî ve nêrînên fraksiyonan hatin pêşwazîkirin ku di xala yekem de piraniya wan daxwaza hilbijartinê dikin. Lê amadekarî pêwîste, em wek serokatiya parlamentoyê mijara yasaya hilbijartin û çalakirina komîsyonê li gor daxwaz û rêkeftina aliyan çareser dikin û lijneyek jî di vê derbarê de li gel aliyan di gotûbêjan de ye.”