Pêkhateyên Kurdistan: Biryara Dadgeha Federal ji bo Iraqê gef e
Nûnerên Pêkhateyên Herêma Kurdistanê, ji bo daxwazên xwe yên hevbeş ji raya giştî re ragihînin li hev civiyan û daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Nûnerê Krîstiyanên Herêma Kurdistan Ano Cewher di daxuyaniyê de biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya di derbarê mafê kursiyên kotayan rexne kir û got: “Ev biryar li ser gilîkirina Yekîtiya Niştimanên Kurdistanê (YNK) hatiye standin û biryareke şaş e û bi armancên kevn ên siyasî hatiye standin. Di 1992yan de dema Parlamena Kurdistanê hate damezrandin, mafê siyasî yê pêkhateyan jî hatibû dabînkirin.”
Ano Cewher da zanîn ku piştî serhildana li Herêma Kurdistanê ya li dijî rejîma Baasê û dîktatoriya Seddam Huseyn hewl hatiye dayîn ku li dijî zilma Seddam û rejîma wî, Herêma Kurdistanê ji bo pêkhateyan bibe cihekê aram û got: "Piştî van geşedanan di salên borî DAIŞ derket û xwest pergala Hewlêrê ya ku pêkhateyan diparêze têk bibe. Ji ber vê yekê biryara Dadgeha Federal bûye sedema gazinên me yên ciddî.”
Ano Cewher wiha dom kir: "Ev biryar di berjewendiya aliyekî diyar de ye û ji bo Iraqê gef e. Dibe sedema binpêkirina mafê Tirkmen û Krîstiyanan û ev tê wateya guhertina pirrengî ya Parlamena Kurdistan û vê encamê disepîne ku parlamen bibe ya Kurdên Misilman.”
Li gor Madeya 36ê ya zagona hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê ku Dadgeha Federal betal kir; 5 kursi ji bo Keldanî, Suryanî û Asûriyan, kursiyek ji bo Ermenan û 5 kursî jî ji bo Tirkmenan hatibû terxankirin.
Dadgeha Federalî Çarşema çûyî, di rûniştina xwe ya 12mîn de biryar da ku kotaya 11 kursiyên pêkhateyan bê betalkirin. Li gor vê biryarê hejmara kursiyên Parlamena Kurdistanê ji 111an dakete 100 kursiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin