Ji pêkhateyên Kurdistanê daxwaza kotaya kursiyan ji Dadgeha Federal a Iraqê

30 January 2024 19:27 0 dîtin
Ji pêkhateyên Kurdistanê daxwaza kotaya kursiyan ji Dadgeha Federal a Iraqê

PeyamaKurd - Pêkhateyên netewî û olî yên Herêma Kurdistanê, îro 30yê Çileyê roja Sêşemê bi civîneke çapemeniyê, daxwaz ji Dadgeha Federal a Iraqê kirin ku li gorî destûrê biryarê li ser kursiyên kota yên Parlamentoya Kurdistanê bide.

Dadgeha Federal a Iraqê, wê hefteya bê derbarê pirsa kursiyên kota yên hilbijartina Herêma Kurdistanê û nûnerên wan li Parlamentoya Kurdistanê de bicive. Tê çaverêkirin li gor gilî û doza hatiye vekirin, girêdayî rêjeya kursiyên kota û sînorê erdnîgarî yên dengdana li Herêma Kurdistanê biryar bê dayîn.

Wezîrê Pêkhateyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Maruf got, îro careke din pêkhateyên Herêma Kurdistanê civiyane û dixwazin Dadgeha Federal biryara destûrî bide û eger biryareke derveyî rêzgirtina li mafên pêkhateyan derbikeve, ew dê bandorê li ser aştî û pêkvejiyana Herêma Kurdistanê bike. Ji ber ku li Herêma Kurdistanê li gor yasaya sala 2008ê ku derketiye, taybet ji bo hilbijartinên kursiyên kotayan hatiye diyar kirin.

Aydin Marûf diyar kir, ew wek pêkhate bi giştî nabin enî li ti milmilaneyeke siyasî, ji ber aliyên siyasî bixwe divê pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin û pêkhate jî li gor yasaya hatiye diyar kirin û yasayên kar pê tê kirin li Herêma Kurdistanê nûnerên wan li Parlamentoya Kurdistanê hebin.