Pêkhateyên Kurdistanê dixwaza zêdekiria kursiyên kotayê dikin: Bila bibe 15 kursî

06 March 2025 18:49 0 dîtin
Pêkhateyên Kurdistanê dixwaza zêdekiria kursiyên kotayê dikin: Bila bibe 15 kursî

PeyamaKurd - Pêkhateyên olî û netewî yên Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku kursiyên kota ji 5an bibe 15 kursî û yasaya hilbijartinê jî were nûjenkirin.

Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Maruf, îro 6ê Adarê di civîneke rojnamevanî de got: ‘’Nêrîna hemû pêkhateyan wisa ye, kursiyên me ku bên zêde kirin û bibe 15 kursî û 11 ji bo pêkhateyên netewî be, 4 kursî jî ji bo pêkhateyên olî bin.’’

Maruf da zanîn: ‘’Em wek pêkhateyên Herêma Kurdistanê, daxwaza nûjenkirina yasaya hilbijartinê dikin, daku bikarin behsa mafên xwe bikin.’’

Li ser pêkhateyên sînorê Deşta Nînowa jî Aydin Maruf got: ‘’Em daxwazê ji hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, xemê li pirsgirêka Mûsilê bixwin, ji ber ku li Deşta Nînowa û Şingal û Telaferê rewşa pêkhateyan xirab e û pêwîstiya wan bi hewarçûnê heye.’’

Hêjayî bibîrxistinê ye, Dadgeha Federalî ya Iraqê li ser giliyê hin aliyên siyasî, hejmara kursiyên kotayayê yên Parlamentoya Kurdistanê ji 10an daxistibû 5 kursiyan û di hilbijartina dawî de jî tenê 5 kursî ji pêkhateyan re hatin veqetandin.