Dadgeha Federal a Iraqê giliyên 11 kursiyên pêkhateyên Parlamena Kurdistanê red kir
PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê giliyên di derbarê betalkirina 11 kursiyên ku li Parlamentoya Kurdistanê ji pêkhateyên li Herêma Kurdistanê re hatine veqetandin red kir.
Dadgehê biryar da ku ew 5 kursiyên ku ji bo pêkhateyên li Herêma Kurdistanê ji aliyê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê ve hatine vegerandin derbasdar in.
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser gilî û nerazîbûnên di derbarê hejmar û dabeşkirina kursiyên pêkhateyên Herêma Kurdistanê yên li Parlamentoya Kurdistanê biryara xwe neguhert û giliyên îtîrazê red kir.
Berpirsekî Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ji Rûdawê re ragihand ku Serokê Dadgehê redkirina giliyan bi biryara duh ya Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê ya ji bo terxankirina 5 kursiyan ji bo pêkhateyên Parlamentoya Kurdistanê ve girê da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin