Dadgeha Federal a Iraqê hemû giliyên ser encamên hilbijartinan red kirin
PeyamaKurd - Dadgeha Federal a Iraqê di civîna xwe ya îro Duşemê de hemû giliyên li ser encamên hilbijartinên parlamentoyê yên 10 Cotmehê hatibûn tomarkirin hemû red kirin.
Beşek ji giliyan ji aliyê Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî ve hatibûn tomarkirin û vê hevpeymaniyê daxwaz kiribû dengên tevahiya navendên dengdanê bi dest bên hejmartin yan jî hilbijartin careke din bê dubarekirin.
Hevpeymaniya Fetih piştî encamên hilbijartinên parlamentoyê bi fermî hatin ragihandin û tenê 18 kursiyên parlamentoya Iraqê bidest xistibûn encamên hilbijartinan red kiribû û daxwaza bi destan jimartina dengan û dubarekirina hilbijartinan kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin