Wezîrê Petrola Iraqê: Wê biryara Dadgeha Federal bi hemû rêyên qanûnî were cîbicîkirin

20 June 2022 12:06 0 dîtin
Wezîrê Petrola Iraqê: Wê biryara Dadgeha Federal bi hemû rêyên qanûnî were cîbicîkirin

PeyamaKurd – Wezîrê Petrola Iraqê li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê derbarê dosyeya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de diyar kir, wê biryara Dadgeha Federal a di derbarê petrola Herêma Kurdistanê de bi hemû rêyên qanûnî were cîbicîkirin.

Li gor Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar eşkere kir, ew li bendê ne hinardeya (îxracata) petrola Iraqê di Tîrmehê de rojane bibe 3 milyon û 850 hezar bermîl û got, Iraq ji sedî sed pabendî rêkeftina OPECê ya derbarê pişkên welatên endam e.

Beriya niha Îhsan Ebdulcebar dabû zanîn, hinardekirina petrola xam a Iraqê di meha Gulanê de rojane yek 1 milyon û 300 hezar bermîl e.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar destnîşan kir, biryara meha Sibatê ya Dadgeha Federal ku qanûna petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê nedestûrî dibîne, wê bi hemû rêyên qanûnî û rewa bihê cîbicîkirin.