Wezîrê petrolê yê Iraqê: Em ê biryara dadgeha federal bicîh bînin

07 May 2022 22:30 0 dîtin
Wezîrê petrolê yê Iraqê: Em ê biryara dadgeha federal bicîh bînin

PeyamaKurd – Wezîrê petrolê yê Iraqê Îhsan Abdulcabbar ragihand ku wê biryara dadgeha federal ya Iraqê ku di derbarê xaz û petrola Herêma Kurdistanê de dabû, bicîh bîne. Îhsan Abdulcabbar bi rêvebirên wezaretê re civînekî lidar xist û li ser dosya navborî ragihandina xwe kir. Îhsan Abdulcabbar weha got:

“Divê dahata petrolê bikeve budça xezînê û ji bo welat bê serfkirin. Di welatekî de nabe 2 siyasetên petrolê hebin û mijar bêsiyasîkirin. Em ê biryara dadgeha federal bicîh bînin.”

Dadgeha federal bi layangiriya Îranê dosya 2012 an ya serê toz girtibû bi yek carê derxistibû pêş ser masê û di 15 ê sibata 2022 an de biryarê dabû ku nabe rêvebiriya Herêma Kurdistanê xaz û petrolê bifroşe derve û her weha peymanên ku hukumeta Herêma Kurdistanê girêdaye betalin.

Wezîrê petrolê dosyayên peymanên ku hukumeta Herêma Kurdistanê îmze kiriye xwestibû û di peyde lêkolînên li ser peymanan gotibû ku peyman qanûnîne.