Dadgeha Iraqê biryara desteserkirina Qasim Seso derxist

08 August 2024 16:47 0 dîtin
Dadgeha Iraqê biryara desteserkirina Qasim Seso derxist

PeyamaKurd - Dadgeha Lêkolînan a Nînowa ya Iraqê, bi hinceta ku ‘heqaret li Pêxemberê Îslamê’ kiriye biryara desteserkirina Fermandarê Hêzên Şingalê Qasim Şeşo derxist.

Biryara desteserkirinê ji aliyê Dadwer Yasîn Mihemed Fethî ve ji bo dtesteserkirina Qasim Şeşo hate îmze kirin.

Dadgehê xwestiye ku Şeşo li gorî xala 195an a Yasaya Cezayan a Iraqê were darizandin.

Di biryarê de navê Qasim Şeşo nehatiye gotin lê hatiye gotin ku ew sala 1953yan li Şingalê ji dayîk bûye. Fermandarê Hêzên Êzidxanê Heyder Şeşoyê ku heman demê biraziyê Qasim Şeşo ye, piştî biryarê ji Rudawê kre gotiye ku gotinên apê wî hatine berevajîkirin.

Heyder Şeşo wiha got: “Ew mesele gelekî hatiye mezinkirin, mebesta wan têkelkirina mijarê ye çimkî piştgirên DAIŞê sûdê jê werdigirin. Eger ev miamele berdewam bike dê helwesteke me jî hebe çimkî ewên ku îro li dijî me derdikevin rojekê li beramberî wan hemû destdirêjî û binpêkirinên li hemberî miletê me neaxivîn.”