Iraqê ji bo biryara li ser xeta Kerkûk-Ceyhanê ya li dijî Tirkiyeyê serî li dadgeha Amerîkayê da
PeyamaKurd – Iraqê ji bo cîbicîkirina biryara tazmînatê ya ku li dijî Tirkiyê di dadgeha hakemê ya navneteweyî de bi dest xistibû, serî li dadgeha federal a Amerîkayê da.
Li gorî nûçeya Reutersê, hikûmeta navendî ya Iraqê destûr daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi rêya boriya Kerkûk-Ceyhanê petrolê hinarde bike. Ji ber vê yekê meha borî ragihandibû ku di doza hakemê ya ku di sala 2014an de li dijî Tirkiyê hatibû vekirin bi tawana binpêkirina peymana şandina petrolê ya di navbera her du welatan de, bi ser ket.
Di serlêdana xwe ya ji bo dadgeha Amerîkî de, dewleta Iraqî daxwaz kir ku "biryara tazmînatê ya dawî ya ku ji alîyê komîteya hakemê ve hatî standin bê naskirin, piştrastkirin û cîbicîkirin".
Piştî biryara hakemê, li ser daxwaza hikûmeta navendî ya Iraqê, Tirkiyê herikîna petrola xam ji kêlgehên Kerkûkê ber bi termînala Ceyhanê ve rawestand.
Tevî rêkeftina demkî ya di navbera her du aliyan de, di hefteya borî de, herikîna petrolê ji boriya Kerkûk-Ceyhanê ku %0.5ê petrola cîhanê dabîn dike, hîn dest pê nekiriye. Di biryara hakemê de, wê Tirkiye tazmînatê bide Iraqê û Iraq jî tazmînatê bide Tirkiyeyê. Li gorî dosyaya ku Iraqê radestî dadgeha Amerîkayê kiriye, dema ku tazmînata ku divê Iraq bide Tirkiyê were paşxistin, divê Tirkiye bi qasî 1.5 milyar dolar tazmînatê bide.
Di biryara hakemê de, Tirkiye ji bo tazmînatê bide Iraqê û Iraq jî ji bo Tirkiyeyê tazmînatê bide. Li gorî dosyaya ku Iraqê radestî dadgeha Amerîkayê kiriye, dema ku tazmînata ku divê Iraq bide Tirkiyê were paşxistin, divê Tirkiye bi qasî 1.5 milyar dolar tazmînatê bide.
Çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîn diyar kirin, biryara hakemê hinartina petrolê di navbera salên 2014 û 2018an de digre ser xwe û ji Iraqê xwestine ku doza duyemîn a ku piştî sala 2018an vekiriye berde, beriya ku Tirkiye xeta boriya petrolê veke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin