Tirkiye: Xeta Kerkûk-Ceyhanê ji bo hinardeya petrolê amade ye
PeyamaKurd - Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku xebatên li ser kêmasiyên Xeta Petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê temam bûne û ji hinardeya petrolê re amade ye.
Alparslan Bayraktar li Enqereyê di civîna ligel nûnerên medyayê de bersiva pirsa rewşa Xeta Boriyê ya Kerkûk-Ceyhanê da û got: “Erdhejên 6ê Sibatê û piştre jî lehiyê zirir daye xeta petrolê. Xebatên tespîtkirina ziraran û çêkirina boriyan dest pê kiriye. Ger Iraq di rojên pêş de qerebûya zêde bixwaze, xebatên tespîtkirina ziraran ji aliyê parastina yasayî ve ji bo Tirkiyê girîng e. Gotûbêjên di vê mijarê de yên bi Iraqê re berdewam dikin.”
Bayraktar eşkere kir, Iraqê ji bo bicihkirina biryara Dadgeha Parîsê serî li Dadgeha Amerîkayê daye û dibe ku Tirkiye jî ji bo 950 milyon dolar qerebûya xwe rêyeke wiha hilbijêre.
Bayraktar da zanîn: “Tirkiyê ji bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Navbeynkariyê ya Navdewletî ya Parîsê daye. Divê em wekî du welatên cîran bi hev re rûnin û çareseriyeke dostane bibînin. Ji bo demên ku xeta boriyê nexebitiye raporek hat amadekirin lê dê xeta boriyê dest bi kar bike. Ji aliyê teknîkî ve kêm zêde amade ye û di demeke nêzîk de dest bi kar dike.”
Hêjayî gotinê ye, Dadgeha Navbeynkariyê ya Parîsê li ser serlêdana Iraqê di Adara 2023yan 1,5 milyar dolar ceza dabû Tirkiyeyê û ji wê demê ve hinardeya petrola Kurdistanê bo Tirkiyeyê hatiye rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin