Fatih Yildiz: “Xeta petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê bo Tirkiyê stratejîk e”
PeyamaKurd- Balyozê Tirkiyê yê Iraqê Fatih Yıldız li Bexdayê piştî tevlî “Form a Enerjiyê ya Iraqê” bû, ragihand ku xeta petrolê, di stratejiya Tirkiyê de berya gelek tiştan tê. Yıldız got; bo Xeta Kerkûk-Ceyhanê dê di heman guzergahê de îlawe xet bên çêkirin û bê qewî kirin. Xebata xetê di stratejiya Iraq û Tirkiyê de herî li pêş e. Yıldiz weha got:
“Piştî rêxistina terorê DEAŞ hat def’kirin, xeta petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê car din di rojeva me de ye. Di vê çarçoveyê de di guzergâha xetê de, dê xeta petrolê bi îlawe xetekî bê piştekkirin û katina wê ya faaliyetê bo me stratejiya ewiliye.”
Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Fatih Yıldız ragihand ku têkiliyên wan bi Iraqê re, ne tenha bi petrolê ye û axaftina xwe weha da dewamkirin:
“ Têkiliyeka me ya dinê bi Iraqê re elektrîk e. Astengiya di peşiya me de yek jê ew e ku li aliyê Iraqê xetên elektrîkê kêm in. Eger van kêmasiyan temam bibin, di dema pêşiya me de, di serî de Mûsil û deverên ku nêzî Tirkiyê ne, em ê elektrîkê bidin wan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin