Li Kerkûkê diziyeke mezin a petrolê hat eskerekirin

29 September 2021 11:03 0 dîtin
Li Kerkûkê diziyeke mezin a petrolê hat eskerekirin

PeyamaKurd – Li Kerkûkê diziyeke mezin a petrolê, bi rêya qulkirina boriyeke petrolê hat eşkerekirin.

Li gor zanyariyan, diziya petrolê kêmtirî 500 metre dûrî rêbendeke artêşa Iraqê li sînorê bajarokê Sergeran ê li başûrê Kerkûkê hatiye kirin. Welatiyên gundekî nêzîkî cihê bûyerê diyar dikin, ku ew rêbenda artêşa Iraqê heta rê nade bi bermîlan jî petrol derbas bibe, çawa rê dane ku bi tankeran re derbas bibe?

Endamê Lijneya Asayîş û Berevaniyê yê li Parlamentoya Iraqê Nasir Herkî da zanîn; ew hêza artêşa Iraqê bi qulkirina boriyên petrolê tohmetbar in, ku ewlehiya deverê bi wan hatiye spartin.

Di navbera xaleke serbazî ya bi dûriya 100 metre û rêbendeke artêşa Iraqê bi dûriya 300 metre de, boriyeke petrolê hatiye qulkirin û bi rêya tankerê petrol hatiye dizîn.

Tîmên Kompaniya Petrolê ya Bakur û polîsê petrolê piştî eşkerebûna diziyê, dest bi tamîrkirina boriyê kirin.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, hêza ku parastina ewlehiya deverê li ser stûyê wan e, di bin lêpirsînê de ye.

Piştî 16ê Cotmeha 20217an ve, parastina saziyên petrolê yên sînorê Sergeran, bi hêzên Iraqî hatiye spartin, ji bilî teqandina bîrên petrolê, çendîn bûyerên din ên weke ya li Kerkûkê hatine tomarkirin.