Li Kerkûkê qezaya mezin: 10 kesan can dan

26 September 2024 15:50 0 dîtin
Li Kerkûkê qezaya mezin: 10 kesan can dan

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Kerkûkê di encama qezayeke mezin de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest daye.

Piştî qezaya ku li ser rêya Kerkûk û Tikrîtê pêk hat metirsiya ku hejmara miriyan zêdetir bibe der bû.

Li gorî agahiyên ku ku ji Nexweşxaneya Kerkûkê hatin wergirtin, heta niha termê 5 kesan gihiştine nexweşxaneyê.

Hate ragihandin ku di qezaya ku sê otomobîl li hev qelivîne de birîndar jî hene.

Berdevkê Saziya Tenduristiyê ya Kerkûkê Saman Yabe di derbarê qezayê de ragihand û got: “Dibêjin 10 kes mirine, lê belê hîn agahî ne zalal in.”

Saman Yabe eşkere kir ku heta niha tenê 5 term arasteyî Saziya Bijîşkî ya Dadê ya Kerkûkê û 4 birîndar jî arasteyî Nexweşxaneya Kerkûkê bûne.

Rûdawê ragihand ku li nexweşxaneya Kerkûkê hejmara miriyan gihiştiye 10an.

Li gorî agahiyan nasnameyên mirî û birîndaran wiha ne:

Mirî

- Kîfah Hazim Zeîl (1989)

- Mesrûr Haris Mezher (2022)

- Zeyd Haris Mezher (2013)

- Mehmûd Haris Mezher (2015)

- Sîdre Hariz Mezher (2017)

- Haris Hebîb Îsmaîl

- Mihemed Ilîwî Mihemed (1986)

- Elî Şehab Hemed

- Du zarok winda ne

Birîndar

- Udey Şehab Hemed

- Şeza Mehmûd Şehab

- Mihemed Zêdan Xelef