Li Kuweytê sewata mezin: 30 kesan can dan
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Kuweytê di encama şewateke mezin a li herêma Mangafê ya başûrê paytext Kuweytê zêdetirî 30 kesan canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Wezareta Ragihandinê ya Kuweytê bi ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku di şewata ku li herêma Mangafê ya li başûrê paytext Kuweytê derketiye de zêdetirî 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Wezaretê da zanîn ku şewat di avahiyeke ku gellek karkerên niştecih lê dijiyan de derketiye û ji ber vê yekê hejmara miriyan zêde bûye, lê belê di derbarê çawaniya derketina agir de ti agahî belav nekir.
Wezareta Tendirustiyê ya Kuweytê jî diyar kir ku rayedar, û berpirsên tenduristiyê rewşa birîndaran ji nêzîk ve dişopînin û ligel nexweşxane û dezgehên pêwendîdar di danûstandinê de ne.
Li gorî nûçeyên medyaya Kuweytê, Alîkarê Serokwezîr, Wezîrê Navxweyî û Wezîrê Parastinê Şêx Fehd El-Yûsif li cihê şewatê lêkolîn kirin.
Şêex Fehd El-Yûsif diyar kir ku wê xwediyê avahiya ku şewat lê derketiye, ji bo lêkolînê bê desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin