Di kana herî mezin a komirê de teqîn: 13 kesan can da, gelek karker winda ne

22 September 2024 08:59 0 dîtin
Di kana herî mezin a komirê de teqîn: 13 kesan can da, gelek karker winda ne

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Îranê di encama teqîna gaza Maysanê ya li kana komirê ya li parêzgeha Xoresanê, herî kêm 13 kes mirin û bi dehan kes jî winda ne.

Rêveberê Giştî yê Qeyranan yê Xoresanê Mihemed Elî Axundî ji ajansa fermî la Îranê IRNA re ragihand, şeva borî li du blokên C û B yên kana komirê ya li bajarê Tebasê teqîn çêbûn.

Axundî gotiye, di her du blokên kanê de 69 karker dixebitin, lê li gorî amarên destpêkê 13 kes mirine û 12 kes jî bi birîndarî hatine rizgarkirin ku hinek ji wan jehrî bûne.

Herwiha hate diyarkirin, 40 endamên tîmên rizgarkirinê hewl didin 33 karkerên ku di tunelan de asê mane rizgar bikin, lê ji ber gaza Maysan di tunelan de proseya rizgarkirinê hêdî dimeşe.

Kana komirê ya Tabas li parêzgeha Xoresana Başûr li Îranê ye ku 30 hezar kîlometre çargoşe ye û 75,2 milyar ton yedeka komirê lê ye. Kana Tabas wek kana komirê ya herî mezin a Îranê tê zanîn ku kurahiya wê 250 metre û dirêjiya tunelan jî 700 metre ye.