Afganistan | Di nav mizgefta herî mezin a Kabûlê de teqîn çêbû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Çarşemê li Mizgefta Pol Xaştî ya herî mezin a paytexta Afganistanê Kabulê teqînekê rû da.
Ajansa Amag News a Afganî bi zarê polîsê Tevgera Talîbanê ragihandiye ku teqîn di encama bombeyeke destan de pêk hatiye.
Herwiha li gorî zanyariyên çavkaniyên xwecihî, di teqînê de 6 kes birîndar bûne û teqîn dema nimêjê çêbûye.
Derbarê berpirsiya teqînê de ti hurgilî nehatin belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin