Li paytexta Afganistan Kabûlê teqîneke mezin çêbû
PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a AFP ragihand ku dengê teqîneke bihêz li Kabula paytexta Afganistanê hate bihîstin û li gorî zanyariyên destpêkê, deng yê êrîşeke moşekî bûye.
Hinek çavkaniyan jî belav kiriye ku teqîn di encama êrîşa balafireke bêmirov a Amerîkî de pêk hatiye ku artêşa Amerîkayê jî piştrast kiriye ku wan otomobîleke bombebarkirî kiriye armanc. Derbarê ziyanên teqînê hîn agahiyên zelal û piştrastkirî nehatine bidestxistin.
Şeva borî Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand; rewşa ewlehiya Balafirgeha Kabulê gelek metirsîdar e û di nava 24 heta 36 demjimêrên pêş de îhtîmala êrîşeke din a terorîstî heye.
Dawiya hefteya borî jî êrîşeke xwekujî li Balafirgeha Kabula paytexta Afganistanê hat kirin û di encama êrîşê de herî kêm 182 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn, di nav kuştiyan de 13 serbazên Amerîkayê jî hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin