Li paytexta Îspanya Madrîdê teqîneke mezin çêbû

20 January 2021 20:06 0 dîtin
Li paytexta Îspanya Madrîdê teqîneke mezin çêbû

PeyamaKurd – Li paytexta Îspanya Madrîdê li navenda bajêr di avahiyekê de teqîn çêbû. Hat diyarkirin ku dengê teqînê li tevahiya bajêr hatiye bihîstin.

Li gorî zanyariyan bi dema xwecihî li demjimêr 15:00ê piştî nîvro li taxa Toledo ya Madrîdê di avahiyekê de teqîneke mezin çêbû.

Dîmenên teqînê li ser medya civakî hatine belavkirin ku tê gotin, gelek kes di wê avahiyê de hebûn û tewên serî yên avahiyê ziyaneke mezin dîtine.

Tîmên hawarçûnê çûne cihê bûyerê û dorûbera cihê teqînê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye dorpêçandin.

Hîn derbarê sedem û ziyanên teqînê de agahiyên zelal û piştrastkirî nehatine.