Afganistan | Li mizgefta herî mezin a sîeyan teqîn: Herî kêm 30 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Li wîlayeta Qendehar a Afganistanê ku wekê keleha Talîbanê tê zanîn, îro Înê 15ê Cotmehê êrîşeke bombeyî li dijî mizgefteke şîeyan hat kirin.
Li gorî zanyariyan êrîşa bombeyî dema nimêja înê li dijî mizgefta Fatimiye ku mizefta herî mezin a şîeyan e li herêmê hatiye kirin û herî kêm 30 kesên di migeftê de bûn can dane û hejmarek zêde kes jî birîndar bûne.
Piştî teqînê hemû rêyên diçin mizgeftê hatin girtin. Hîn ti aliyekî berpirsiya vê êrîşê li xwe negirtiye.
Hefteya borî jî li bajarê Kunduz ê bakurê Afganistanê dîsa li dijî mizgefteke şîeyan êrîşeke bombeyî hatibû encamdan û 46 kesan can dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin