Nêçîrvan Barzanî: Bîra min li cem qurbaniyên teqîna kana komirê ya li Tirkiyê ye

15 October 2022 16:31 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Bîra min li cem qurbaniyên teqîna kana komirê ya li Tirkiyê ye

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi peyamekê sersaxî li malbatên qurbaniyên teqîna kana madenê ya li bajarê Bartinê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn: “Bîra min li cem qurbaniyên teqîna kana komirê ya li Tirkiyê ye, ez sersaxî li malbatên qurbaniyan dikim. Hêviya başbûna bilez jî ji bo karkerên birîndar dixwazim.”

Li parêzgeha Bartin a Tirkiyê do înê 14ê Cotmeha 2022yan di saet 18:15an de, di kana madenê de di kûrahiya 300 metreyan de teqînek pêk hat.