Ji Nêçîrvan Barzanî peyama ‘Roja Bîranîna Qurbaniyên Terorê ya Navdewletî’

21 August 2022 14:12 0 dîtin
Ji Nêçîrvan Barzanî peyama ‘Roja Bîranîna Qurbaniyên Terorê ya Navdewletî’

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo Roja Bîranîn û Rêzgirtina Qurbaniyên Terorê ya Navdewletî 21ê Tebaxê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî, di peyama ku li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir de got, “Li Iraqê, divê em yekdeng bin, da ku alîkariya mexdûran bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ragihand: “Bi boneya Roja Cîhanî ya Bîranîn û Rêzgirtina li Qurbaniyên Terorê, em wan kesên ku li Kurdistan û cîhanê di encama terorê de can dane, bi rêzdarî bi bîr tînin. Li Iraqê, divê em yekdeng bin da ku alîkariya mexdûran bikin, ta ku ew jiyana xwe ji nû ve ava bikin û li dijî vejîna terorê rawestin.”

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja 21ê Tebaxê ji bo rêzgirtina li wan û piştevanîkirina qurbanî û rizgarbûyên destê terorê û parastina mafên wan wek; ‘Roja Bîranîn û Rêzgirtina Qurbaniyên Terorê ya Navdewletî’ destnîşan kiriye.